Tirkiyê li hember Eyn Îsa dest bi avakirina baregeheke nû ya serbazî dike
PeyamaKurd – Li hember bajorokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye baregeheke nû ya serbazî çêdike û di bombebarana derdora bajaroê de, du welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, gundên Hoşan û Xalidiyê yên li devera Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin. Ji ber topbaranê du kes birîndar bûn û zirarên madî jî li mal û milkên xelkê ketine.
Herwiha çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê daye zanîn; Tirkiye pêgeha nû li hember bajarokê Eyn Îsayê ava dike, ji bo vê mebestê jî dest bi kolandina xendeqan û veguhestina alavên leşkerî bo wê baregeha nû kiriye, ev jî duyem binkeya nû ya leşkerî ye, ku di van demên dawî de ava dike.
Artêşa Tirkiyê di 19ê meha borî de, yekem binkeya serbazî ya nû li gundê Temamê yê ser bi Eyn Îsayê vekir, ku tenê 2 kîlometre ji navenda bajarokê Eyn Îsayê dûr e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin