Amerîkayê li Rojava dest bi avakirina baregeheke nû kir
PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê di demeke ku hêzên Iraqê û Heşda Şeibî tevgera xwe ya li ser sînorê Iraq û Sûriyê zêde kirine de, dest bi avakirina baregeheke din a leşkerî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gorî zanyariyan Amerîka plan dike li bajarê Hesekê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye, li nêzî sînorê Iraqê baregeheke leşkerî ava bike ku dest bi amadekariyên wê kiriye.
Ev biryara Amerîkayê di demekê de tê ku Iraqê jî roja Duşemê ragihandibû ku li ser îhtimala êrîşên DAIŞê li El Qaîm a rojavayê parêzgeha Enbarê xalên leşkerî yên berdewamî ava dike.
Li aliyê din Amerîka jî ji bilî baregehên Enbar û Hewlêrê ji 15 baregehên xwe yên Iraqê vekişiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin