Tirkiyê Mawet a Silêmaniyê bombebaran kir: Bi sedan donim zevî sewitîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro piştî nîvro balafirên şer ên Tirkiyê, du caran sînorê qezaya Mawet a Şarbajêr ku bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve ye bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan di encama bombebaranê de bi sedan donim zevî û baxên gundiyan şewitîne.
Qeymeqamê Qezaya Mawetê Kameran Hesen ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku bombebaran îro li saetên 13:15 - 13:30 pêk hatiye ku balafirên şer ên Tirkiyê gundê Qamîşê yê qezaya Mawetê bombebaran kirine û ji ber bombebaranê jî bi sedan donim zevî û baxên xelkê wî gundî şewitîne, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Kemeran Hesen got, agirê ku ji ber bombebaranê bi zevî û baxên xelkê ketiye, hîn jî nehatiye kontrolkirin û tîmên vemirandina agir berê xwe dane wî gundî.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi hinceta hebûna bingehên PKKê di hefteyekê de cara duyem sînorê qezaya Mawet a Silêmaniyê bombebaran dike ku 4ê Tebaxê jî du caran sînorê gundê Gelale li qezaya Mawetê hatibû bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin