Tirkiyê navenda Zirganê topbaran kir: 2 kes hatin kustin, 11 sivîl jî birîndar bûn

18 August 2021 10:00 0 dîtin
Tirkiyê navenda Zirganê topbaran kir: 2 kes hatin kustin, 11 sivîl jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi wê ve, navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran kir û di encamê de jinek û zarokekê can dan,11 sivîlên din birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, êvara do Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê topxaneyên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, bi giranî navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve topbaran kir.

Herwiha çavkanî didin zanîn, di encama wê topbaranê de jineke 45 salî û zarokekê can dan û herwiha 11 kesên din jî birîndar bûn.

Zanyarî destnîşan dikin, ji ber topbaranê elektirîka tevahiya bajarokê Zirganê qut bûye.