Tirkiyê Prens Salman xist hedefê: Dengên kustina Kasikcî belav dike
PeyamaKurd - Dewleta Tirkiye piştî kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikcî li konsûlxaneya Stenbolê, li hemberî Siûdî şerekî enformasyonê daye destpêkirin ku niha jî dengên pevçûn û xirecira dema desteserkirin û kuştina Kaşikcî li medyayê belav dike.
Îro 19ê Mijdarê nivîskarên rojnameyên nêzîkî hikûmeta Tirkiyê naveroka tomarên deng ên 2yê Cotmehê dema kuştina Kaşîkcî ji aliyê tîmeke Siûdî ve, belav kirin.
Herwiha nivîskarê Yenî Şafakê Îbrahîm Karagul jî di quncikê xwe yê rojnameyê de, ragihand ku dê tomarên dengên cinayeta Cemal Kaşikcî peyderpey li ser medyayê werin weşandin.
Nivîskarekî din ê heman rojnameyê Çetîner Çetîn jî kitekitên dema desteserkirin û îşkenceya Kaşikcî ji tomarên deng di qûncikê xwe de belav kir.
Tirkiye ji roja kuştina Kaşikcî ve bêyî ku bi carekê Prensê Siûdî Muhammed bin Salman tohmetbar bike, bi zarê pilebilindên dewletê zanyariyan li medya cîhanê belav dike, lê van rojên dawî yekser Prens Salman dike hedefa xwe.
Li gor nirxandinan Tirkiye mijara kuştina Kaşikcî li hemberî Erebistana Siûdî û cîhanê, gelekî bi zanebûn bikar tîne û bi belavkirina hêdî hêdî ya delîlan, hewil dide îtibara Prens Salman li cîhanê nehêle.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin