Artêsa Tirkiyê û komên çekdar li hedefên rejîm û Rûsya xistin
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê li bajaroka Arîme û gundewarên Babê yên jêr kontrola rejîmê topbaran kir.
Li gorî çavkaniyên herêmê di encama topbaranê de sivîl birîndar bûne û di bin enqazan de gelek kesên agahî ji wan nayê standin hene.
Li gorî zanyariyan topbaran gihîştiye heta xalên hêzên rejîma Sûriyê ku li rex wê jî Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê yên girêdayî HSDê belav bûne.
Herwiha hatiye ragihandin ku hinek top jî li xalên hêzên Rûsya ketine, li nêzî rêya navneteweyî ya ku Minbic bi Babê ve girê dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin