Tirkiye û Hollanda ji bo çaryek fînalê tên hemberî hev
PeyamaKurd – Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê îro danê êvarê di pêşbirka çaryek fînala Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) da bi Hollandayê re tê hemberî hev.
Tirkiyeya ku di şampiyoniya ku Almanyayê li dar xist de di nav 8 tîmên dawî de cih girt, vê carê armanc dike ku Hollandayê derbas bike û sibê derkeve fînalê.
Pêşbirka li stadyûma Olîmpiyatê ya Berlînê ya li paytext wê îro danê êvarê (06.07.2024) li gorî saeta herêmî saet 22.00an destpê bike.
Ger Tirkiye ji vê tûrê derbas bibe wê di 10ê Tîrmehê de li Dortmundê bi serketiya pêşbirka Îngilîstan-Swîsreyê re di nîvfînalê de bilîze.
Orkun Kokçu û Merîh Demîral ji ber ku di pêşbirka Hollandayê de hatine sekinandin nikanin bileyîzin.
Kaptan Hakan Çalhanoglu û Samet Akaydinê ku îstismara wan qediya, wê li qadan cihê xwe bigirin.
Di maça Hollanda-Tirkiyeyê de hakemê Fransî Clement Turpin wê bilûrê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin