Tirkiye û Iraqê 26 peymanên di warên cuda de îmze kirin

22 April 2024 20:38 0 dîtin
Tirkiye û Iraqê 26 peymanên di warên cuda de îmze kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Iraqê de, di navbera şandên herdu aliyan de di warên cuda cuda de bi tevahî 26 peyman hatin îmzekirin.

Di navbera Iraq û Tirkiyê de, ji aliyê Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve, ji bilî Peymana Hevkariya Stratejîk a Çarçoveyê û Peymana Rêya Geşepêdanê ya di navbera Iraq, Tirkiye, Qeter û Sûriyê de hate îmzekirin, 24 peymanên din ên hevkariyê hatin îmzekirin.

Hate zanîn ku peymanên hatine girêdan di warên medya û ragihandin, bazirganî, enerjî, ewlekarî, mijara avê, veberhênan, perwerdehî, turîzm, pîşesazî û hevkariya karûbarên îslamî de ne.

Erdogan di civîna hevbeş a rojnamevanî de li ser Peymana Rêya Geşepêdanê got: “Peymana Rêya Geşepêdanê nexşeya rêyeke saxlem e. Me biryar da ku komîteyên hevpar ên daîmî ava bikin ku ji bo berdewamkirina muzakereyên ewlehî, têkoşîna li dijî terorê, enerjî, perwerde, tenduristî û jîngehê. Em dê ji bo peymanan pêk bînin koordînasyona pêwîst bikin.”