Huseyîn Merdan: Tirkiyeyê hemû peymanên avê yên bi Iraqê re îmze kiriye binpê kiriye

27 September 2024 15:32 0 dîtin
Huseyîn Merdan: Tirkiyeyê hemû peymanên avê yên bi Iraqê re îmze kiriye binpê kiriye

PeyamaKurd - Endamê Lijneya Çandinî, Av û Daristanan a Parlamena Iraqê Huseyîn Merdan diyar kir ku Tirkiyeyê Peymana Avê ya ku bi Iraqê re binpê kiriye û ji bo qeydrana avê ya li Iraqê bi dawî bibe pêşniyara çareseriyê kir.

Huseyîn Merdan ji çapemeniya herêmî re axivî û got, "Weke Komîteya Çandiniyê ya Parlamena Iraqê me rasterast bi Wezareta Çavkaniyên Avê û Wezareta Çandiniyê re têkilî danî û derket holê ku Tirkiyeyê hemû peymanên ku bi Iraqê re îmze kiriye binpê kiriye. Iraq û Tirkiye li hev kiribûn ku Tirkiyê 700 hezar metre çarçık avê ji bo Iraqê berde, lê belê tenê 300 hezar û 180 hezar metre çarçik avê berda û hate dîtin ku Tirkiyeyê hemû peymanên avê binpê kiriye.”

Merdan diyar kir ku di warê bazirganî û ewlehiyê de berjewendiyên gring ên hevbeş ên Iraq û Tirkiyeyê hene û diyar kir ku di serdana Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de, ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan çareseriyên rasteqîn hatine xwestine.

Merdan got: “Me di Konferansa Avê ya Endonezyayê de jî bang li Tirkiyeyê kir ku tevlî Peymana Deryayên Hevbeş û Peymana Avên Hevbeş bibe. ji ber ku ev av "Ne tenê ya Tirkiyeyê, ya hemû welatan e."

Merdan diyar kir ku ji sedî 87ê ava Iraqê ji Tirkiyeyê û ji sedî 7 jî ji Îranê tê û got ku Iraq ji bo dabînkirina avê pişta xwe bi ava Tirkiyeyê ve girê daye.

Merdan destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayînde ya ji vê pirsgirêkê re divê Sûdanî piştgiriyê bide Wezareta Çavkaniyên Avê û wiha got: "Ji bo cotkarên Iraqê ji ziwabûnê rizgar bibin divê rêbazên nû yên avdaniyê bêne sazkirin û ji bo vê yekê jî divê ji Wezareta Çavkaniyên Avê re zêdetirî 5 trîlyon dînar û ji Wezareta Çandiniyê re jî 5 trîlyon dînar bê terxankirin."