‘Ne tenê yên Iraqê hemû Kurd hevpeymanên timî yên Fransayê ne’

31 December 2018 18:07 0 dîtin
‘Ne tenê yên Iraqê hemû Kurd hevpeymanên timî yên Fransayê ne’

PeyamaKurd - Konsûlê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Dominique Mas ragihand ku welatê wî hevpeymanê timî yê Kurdan e û got, dê ne tenê bi Herêma Kurdistanê re bi tevahiya Kurdan re hevpeymaniya Fransayê berdewam bike.

Mas ji televizyoneke Kurdistanê re da xuyakirin ku Kurdan li dijî DAIŞê têkoşîneke xurt meşandiye destnîşan kir, “Wekî hûn dizanin, Serok Macron çend roj berê got ku divê sala nû de em piştgiriyî bidin hevpeymanên xwe. Hûn ê bibînin ku Fransa hevpeymana daîmî ya

Konsûlê Fransî bi bîr xist ku divê hurmet ji şehîdên şerê DAIŞê re wer nîşandan û got, “Pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, îsbat bikin ku xwîna Pêşmerge vala neherikiye.”

Mas herwiha hêvî xwest ku ligel reformên siyasî û aborî hikûmeta nû ya Kurdistanê jî di demeke nêzîk de were avakirin.