Hewramanî: Mûçeyên sexte yên Iraqê ji hemû mûçeyên Kurdistan zêdetir in

29 January 2024 18:08 0 dîtin
Hewramanî: Mûçeyên sexte yên Iraqê ji hemû mûçeyên Kurdistan zêdetir in

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî derbarê para Herêma Kurdistanê ya ji budceya hikûmeta navendî ya Iraqê de bertek şanî Bexdayê da. Hewremanê Hewramanî, daneyên ku di çapemeniya Iraqê de hatine weşandin destnîşan kir û diyar kir ku hikûmeta navendî bi sedemên derewîn para Hewlêrê ya ji budceyê naşîne.

Pêşewa Hewramanî di daxuyaniya xwe ya medyaya civakî de got: “Ji ber pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, her çend em rewşa mûçedayîn û mafên xelkê Herêma Kurdistane bi zelalî şanî hikûmeta navendî didin jî, her roj sedemeke nû derdixin pêşiya Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hewramanî 4 nûçeyên ku ji aliyê çend dezgehên ragihandinê yên pêbawer ên Iraqê ve hatine weşandin pêşkêş kir.

Dezgeh û nûçeyên ku Pêşewa Hewramanî destnîşan kirine ev in: 

El Cezîre: Li Iraqê, ji sedî 20ê mûçeyan, ji kesên sexte re wek mûçe têne dayîn ku ev rêje, salane nêzîkî 10 milyar dolar e. Her wiha ev pare ji para hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê zêdetir e.

El-Hura: Li Iraqê, 300 milyar dolar ji bo proje û mûçeyên sexte hatiye xerckirin.

Bexdaya Îro, Di lîsteya xanenişînên Iraqê de 22 hezar karmendên sexte yên mûçe werdigirin hene. Van kesan ji budceya Iraqê 800 milyar dînar pare wergirtine.

BBC: Di sala 2014an de Hikûmeta Iraqê li xwe mikur hat ku mûçeyê 50 hezar leşkerên sexte ji budceya Iraqê hatiye wergirtin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî destnîşan kir ku sedemê neşandina para Herêma Kurdistanê ya ji budceyê ne gendelî ye û sedem helwesta li dijî Herêma Kurdistanê ye û got:

"Ez meraq dikim gelo kes bi lîsteya pare wergirtina milîşeyên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc dizane? Eger mesele gendelî bûya, diviyabû mûçeyê xelkê hemû parêzgehên Iraqê bihata astengkirin."