Swêd: Em ê hemû sertên Tirkiyeyê bi cih bînin

25 October 2022 15:30 0 dîtin
Swêd: Em ê hemû sertên Tirkiyeyê bi cih bînin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê, li ser helwesta hikûmeta nû ya Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê axivî. Wezîr Tobias Billstrom ragihand ku ji bo endamtiya NATOyê, ew ê hemû şertên Tirkiyeyê bi cih bînin.

Tobias Billstrom, li ser pêvajoya endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê û pêwendiyên ji bo erêkirina Tirkiyeyê, daxuyaniyek da. Billstrom da zanîn ku ew ji hemû fikarên Tirkiyeyê fêm dikin û got,

“Em li pişt wê polîtîkayê ne ku mafê rêxistinên terorî tuneye li ser axên Swêdê çalakiyan bikin. Dema PKK bibe mijara gotinê, ew ê hikûmeta Swêdê helwesteke bêwate nîşan nede.”

Wezîr Billstrom bi berdewamî qala girîngiya pêvajoyê kir ku bi rêyên yasayî berdewam be û got,

“Di peymana sêalî de tiştên ku hersê aliyan li ser li hev kirine çi bin, divê werin bicihanîn.”

Her wiha li ser sekina hikûmeta nû ya Swêdê jî ji aliyê Billstrom ve soz hat dayîn ku dê di mijara Ewropaya bakur de di nav pêwendiyên derve yên Swêdê de guherîn çêbibin.