Swêd: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin

08 January 2023 20:00 0 dîtin
Swêd: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku ji bo endamtiya wan a NATOyê bê erêkirin, ew ê nikaribin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin.

Ulf Kristersson, li konferansa saziya ramanê ya ku li Swêdê di warê parastinê de tevdigere de axivî û da zanîn ku ew ê nikaribin hemû daxwazên Enqereyê yên ji bo erêkirina serlêdana endametiya NATOyê ya bi Finlandiyayê re kirine bikin. Kristersson anî zimên ku ew di wê baweriyê de ne ku dê serlêdanên Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya NATOyê bipejirînin.

Kristersson got, "Tirkiye, ji aliyekî ve piştrast dike ku tiştên em dibêjin em ê bikin, em dikin. Lê belê di heman demê de jî tiştên ku em ê nikaribin bikin û tiştên ku em ê nexwazin bidin wan, ji me dixwazin.”

Rayedarên Swêd û Finlandiyayê, piştî ku Rusyayê li dijî Ukraynayê şer ragihand, dest ji siyaseta xwe ya bêalîbûnê berdabû û daxwaza endamtiya NATOyê kiribû. Tirkiyeya ku endamê NATOyê ye, ji bo erêkirina endamtiya van welatan, hin şert û merc danîbûn.