Tirkiye û Îspanyayê 11 peyman îmze kirin

13 June 2024 19:42 0 dîtin
Tirkiye û Îspanyayê 11 peyman îmze kirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 13ê Hezîranê bi serdaneke fermî gihîşt Îspanyayê û li paytext Madrîdê ji aliyê Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez ve bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina Erdogan û Sanchez şandên herdu welatan li hev kom bûn û piştre jî bi merasîmekê 11 peymanên di warên cuda de ji aliyê herdu serokan hatin îmzekirin.

Hate diyarkirin ku peymanên hatine girêdan di warên aborî, ewlehî, enerjî, veguhestina ekolojîyê, pîşeyî perwerdehî, teknolojî, zanist, bazirganî û bankevaniyê de bûn.

Herwiha di merasîmê de, danezana hevpar a hevkariyên Fonda Heyiyên Tirkiyê û Kompaniya Geşepêdana Îspanyayê jî hate îmzekirin.