Tirkiye Yûnansitanê tehdîd kir: Îzmîrê jibîr neke, dibe em sevekî bi ser we de werin
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di fûara TEKNOFEST ê de xîtabê hemwelatiyan kir û behsa tacîzên Yûnanistanê yên li Egeyê ku çawa balafirên Tirkiyê aciz kirine, kir. Erdoğan weha got:
“Ey Yûnan li tarîxê binêre. Îzmîrê jibîr neke. Eger tu zêde pêşde herî wê bedela wê giran be. Kengê wext hat çi pêwist be em ê bikin. Dibe em şevekî jinîşka de bi ser we de bigrin.”
Yûnanistan di qada navdewletî de heya ji destê wê tê dixwaze Tirkiyê tengav bike. Balafirên Tirkiyê yên F-16 di wexta ku difiriyan, sîstema hewayî ya S-300 an ya bergiriyê ya Yûnanistanê li Girava Giridê mifta radarê avêtibû û balafirên Tirkiyê aciz kiribû. Tirkiye ragihandibû ku balafirên wan di çarçoevya karên NATO de seferên hewayî dikirin û Yûnanistan wan aciz kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin