‘Tora Hevgirtinê ya Amedê’ dest bi kampanyaya alîkariyê kir

06 April 2020 10:57 0 dîtin
‘Tora Hevgirtinê ya Amedê’ dest bi kampanyaya alîkariyê kir

PeyamaKurd – Li Amedê komeke xwebexş bi navê ‘Tora Hevgirtinê ya Bajarê Amedê’ ava kirin û ji bo kesên ku di vê demê de bêkar mane û ji aliyê aboriyê ve di tengasiyê de dest bi kampanyayeke hevgirtin û alîkariyê kirin.

Li Ameda bakurê Kurdistanê, ji bo kesên ku ji aliyê madî ve ditengasiyê de ne, bi navê ‘Tora Hevgirtinê ya Bajarê Amedê’ toreke hevgirtin û alîkariyê hat damezirandin.

Torê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ‘Tora Hevgirtinê ya Bajarê Amedê’ toreke herêmî ye ku dê li dijî bandora neyînî yên wê pandemiyê têbikoşe.

Di heman parvekirinê de tê diyarkirin ku, tora hevgirtin û alîkariyê ji hejmarek kesên xwebexş hatiye damezirandin û armanc ew e ku di nava xelkê Amedê de hevgirtinekê pêk bîne û alîkariya kesên xizan bê kirin.