Trump, bi tundî Îranê hisyar dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku li gor agahiyên li ber destê wan Îran haziriyê dike ku êrîşan bibe ser leşkerên Amerîkî yên li Îraqê.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku ger êrîşeke wisa çêbe ew dê Îranê bêbersîv nehêlin.
Trump, “Li gor baweriya me û agahiyên ji me re tên, Îran yan hêzên girêdayî wê planê dikin ku bi zexeliyê dijî leşkerên Amerîkî yên li Îraqê êrîşan çêkin. Ger tiştekî wisa biqewime, ewê Îran bi rastî berdêleke pir mezin bide”
Serokê Amerîkayê Trump derbarê îstixbarata wergirtinê de tu agahiyên zêdetir parve nekirin.
Amerîka di destpêkê salê de Fermandaê Hêza Quds a Pasdarên Şoreşa Îslamiya Îranî Qasim Silêmanî kuştibû û Îranê bi moşekan êrîş biribûn ser bingehên Amerîka yên li Îraqê.
Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Çarşemê gotibû ku di pêvajoya tekoşîna hember vîrusa koronayê de, Amerîka fersendeke dîrokî winda kiriye ku dorpêçên li ser welatê wî rake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin