Trump daxwaza mesandina karên bo qonaxa Biden kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Seroka Rêvebirîya Xizmetên Giştî (GSA) Emily Murphy daxwaz kir, dest bi meşandina karên bo qonaxa Serokê hilbijartî Joe Biden bike.
Li ser hesabê xwe yê twitterê Trump spasiya xwe ragihand bo welatperweriya Emily Murphy û got, ew bi gefan, destdirêjîyan û îstismaran re rûbirû maye.
Trump diyar kir: ‘‘Ez ji Emily û tîma wê dixwazim ku bo protokolên pêşî çi pêwîst e bikin û min ji tîma xwe jî xwest ku heman tiştî bikin.
Biden berî twîtên Trump yên ser qonaxa derbazbûnê dest bi eşkerekirina kabîneya xwe kiribû.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin