Trump: Dixwazim li “Mala Astiyê” hevdîtinê bikim
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dixwaze bi serokê Kore ya Bakûr bi Kim re, li “Mala Aştiyê” hevdîtinê bike.
Serokê Amerîkayê Trump di ser hesabê xwe yê Twittyerê de daxwaza xwe ragihand. Trump weha got:
“ Bo ciyê hevdîtinê li ser gelek welatan axaftin têkirin. Lê Mala Aştiyê (Peace House) ya ku li ser sînorê her dû Koreyan e, gelo vateya wê ji welatekî sêyem ne bêhtir girîng û mayîndetir e? Ez tenê dipirsim.”
Her dû serokên Koreyê, li heman malê, di 27ê nîsanê de hevdîtin kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin