Trump îhala Pentagonê ya bi 10 mîlyar dolarî da rawestandin

02 August 2019 22:51 0 dîtin
Trump îhala Pentagonê ya bi 10 mîlyar dolarî da rawestandin

PeyamaKurd-Demek berê serokê Amerîkayê Donald Trump şîrketa Amazonê rexne kiribû lê şîrket teklîfên xwe dabûn Pentagonê û di encamê de 2 şîrket mabûn. Yek ji wan şîrketan Mikrosofte û ya dinê Amazon e. Li ser mayîna Amazonê bo fînalê, Trump îhalê da rawestandin. Berdevka Pentagonê Elissa Smith ragihand ku heya pêvajoyên îhaleyê temam bibin, dê çi biryar nê dayîn.

Li ser rexneya Trump, wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper bo encama îhala bi 10 mîlyar dolarî biryarê da ku “dê ji nû de di ber çav de derbas bikin.”

Ne dûr bû ku Amazon îhaleyê qezenc bike lê Trump ji Amazonê razî nîne. Esper garantî da ku dê îhale bi awayeka gelek baş encamê bide. Xwediyê Amazonê Jeff Bezos di heman demê de xwediyê Washington Post ê ye. Di nava projeya Pentagonê de agahiyên leşkerî yên xessas jî hene û Trump naxwaze îhale bikeve destê Amazonê.

Heman proje di kongreya Amerîkayê de jî li serê gelek niqaş çêbûbûn ji ber ku proje dikeve çarçoveya agahiyên leşkerî yên xessas. Gelek senatorên komarî yên Amerîkayê bo Amazonê endîşeyên xwe anîbûn ziman. Proje dê heya 10 salan di rê de bimîne.