Trump li ser hevdîtina Erdogan peyameke aborî da...

15 January 2019 13:40 0 dîtin
Trump li ser hevdîtina Erdogan peyameke aborî da...

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hevdîtina telefonî de ku doh 14ê Çileyê bi Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan pêk anîbû daxuyanî dan.

Trump li ser twitterê bal kişand ser avakirina herêma tampon a li Sûriyê û şerê dijî bermayiyên DAIŞê û got, "Em li ser pêşveçûna aborî ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de axivîn ku li vir bi rastî jî ji bo pêşveçûnê potansîyeleke mezin heye.”

Trump berî niha jî gefa parastin û êrîşnekirina ser Kurdên Sûriyê li Tirkiyê xwaribû.