Trump: "Min ji bo nîqasê bi Kamala Harris re peymanek çêkir"
PeyamaKurd – Donald Trump namzedê Komarî yê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ragihand ku ew bi hevrika xwe, berbijêra Demokrat û cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris re, ji bo beşdariya di weşana zindî ya ku wê di 10ê Îlonê de bê lidarxistin, "lihev kirine".
Serokê Amerîkayê yê berê Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya bi navê Truth Sosyal de got, "Ji bo nîqaşa bi rêheval Kamala Harris re min bi Demokratên Çep ên Radîkal re li hev kir."
Trump bal kişand ku bernameya nîqaşê wê di 10ê Îlonê de li ser ekrana ABCyê bê weşandin, Trump diyar kir ku wê weşana zindî ji Philadelphia ya eyaleta Pennsylvaniayê were kirin.
Trump herwiha got, "Qaîdeyên wê wekî gotûbêja dawî ya CNNê be ku xuya bû ji bo herkesî baş derbas bû ji bilî Joe Bidenê xapînok. Wê nîqaş raweste û berendam nikaribin notan an pelên xapandinê bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin