Trump, pêsniyara Harris a derketina CNNê red kir: Pir dereng e!
PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yên 5ê Mijdar a 2024an re, kampanyayên herdu namzedên seroktiyê Kamala Harris û Donald Trump, xurt bûn.
Namzeda Demokratan Kamala Harris, ragihand ku ew amade ye 23yê Cotmehê di kanala CNN de rûbirûyî Trump bibe.
Donald Trump jî bersiva Harris di mîtinga Carilonyaya Bakur de da û got, "Êdî ji bo bernameyeke gotûbêjê re pir dereng e, ji ber ku dengdana pêşwext a hilbijartinan ji niha ve dest pê kiriye.”
Trump û Harris, di çarçoveya bangeşa hilbijartinan de 10ê Îlonê di bernameya televizyonê de hatibûn hemberî hev.
Li gorî anketên giştî yên li Amerîkayê hatine kirin, Harris bi rêjeya sedî 49,3 bi ferqeke biçûk li pêşiya Trump e. Dengên Trump jî ji sedî 47,4 xuya dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin