Trump seredana leskerên Amerîka yê li Iraqê kir
PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nîşkave bê ku haya kesî jê hebe seredana leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê kir. Seredan li wîlayeta Anbarê,li baregeha hewayî ya Eyn El Esadê hat kirin.Jina wî Melanie Trump jî pêre bû bi leşkeran re sohbetê kirin, foto kişandin.
Trump di axaftina xwe de ragihand ku wê ji Iraqê venekişin û bo li Sûriyê tiştekî bikin wê Iraqê weka baregeh bikarbînin.Trump Irak'taki askerlerle samimi sohbet ederken bol bol fotoğraf çektirmesi dikkat çekti.
Serokê Amerîkayê Trump li baregeha leşkerî bi fermandar û rêvebiran re civîn çêkir û ji wan agahiyan sitend.Trum di axaftina xwe ya li baregehê de mijarê anî ser biryara vekişandina ji Sûriyê û weha got:
“Wê gelek kes di mijara vekişandina ji Sûriyê de, dê weka min bifikire. Planeka me ku em ji Iraqê vekişin nîne.Bo em li Sûriyê tiştekî bikin, em dikarin Iraqê weke baregeh bikarbînin.”
Trump bê ku haya çapemeniyê an hinek ciyên din pêbixe, ji nîşkeve hat seredana Iraqê û heya danegeriya,agahiyê neda dinyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin