Trump soza vekirina mizgeftan da û cejna misilmanan pîroz kir

22 May 2020 11:59 0 dîtin
Trump soza vekirina mizgeftan da û cejna misilmanan pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew dê mizgeftên li Amerîka jî vekin û ji misilmanan re cejneke baş xwesr..

Donald Trump li Koşka Sipî got, “Ez ji Misilmanên ku eyda Ramazanê pîroz dikin re şahî û xweşhalî dixwazim,”

Trump ji VOAyê re got ku ew dixwaze welêt vegerîne asta normal. “Dixwazim welatê me ji nû ve vegerînim asta normal. Tiştekî pir dixwazim ew e ku dêr ji nû ve werin vekirin.

Trump got ku gelek waliyên Demokrat rêz li kenîseyan nagirin loma ez hez dikim wan dêran bidim vekirin. “Emê di demeke nêzîk de gavên girîng li ser vê mijarê bavêjin.”

Trum li ser pirsekê got ku ew dê mizgeftên li Amerîkayê jî vekin.