Truss pêwendiya yekem bi Zelensky re kir: Ji bo Ukraynayê hat vexwendin
PeyamaKurd - Serokwezîra Brîtanyayê ya nû Liz Truss ku doh 6ê Tebaxê dest bi kar kir, yekem pêwendiya xwe bi rêya telefonê bi Serokomarê Ukrayna Volodyimir Zelensky re pêk anî.
Hat ragihandin ku Truss bi wê axaftinê di serokwezîrîya xwe de cara pêşî bi serokekî bîyanî re peyivî ye û Zelensky jî ew vexwendiye Ukraynayê ku Liz Truss jî ew vexwendin qebûl kiriye.
Truss dîyar kir ku ewê piştgirîya ji bo azadî û demokrasîya Ukrayna bidomînin ku ewê bi Zelensky re hevkarîyê bike û bi kefxweşî vexwendina wî qebûl dike.
Brîtanya ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve piştevaniya siyasî, dîplomatîk û leşkerî bo Ukraynayê dike û heta niha bi qasî 7000 tankşikên, bi sedan moşek û maşîneyên zirxî dane Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin