Tueller: Niyeta rêveberiya Amerîka nîne ku Balyozxaneya Bexdayê bigre
PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller, li ser gotegotên ku wê Amerîka bi sedema êrîşên berdewam ên milîsan balyozxaneya Bexdayê bigre got, ti niyeta rêveberiya Amerîkayê nîne ku balyozxaneya li Bexdayê bigre.
Matthew Tueller da xuyakirin, “Komên ku ji yasayan derdikevin û êrîş dikin ser Devera Kesk a li Bexdayê, bi van kiryarên xwe, serweriya Iraqê dikin armanc.”
Tueller got ku hikûmeta Iraqê pêngavên baş avêtine ji bo pêşîgirtina van cure êrîşan û wiha axivî: “Ti niyeteke me tune ye ji bo girtina balyozxaneyê û îdareya niha ya Amerîkayê, karên dîplomasî pêk tîne ji bo gihiştina encamên baş.”
Hêjayî gotinê ye, doh hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li rojhilatê baregeha Eyn Esed a Artêşa Amerîkayê, barhilgireke 24 moşek tê de hebûn dîtin ku ji bo avêtina ser baregehê hatibûn amadekirin. Matthew Tueller jî ev daxuyanî piştî vê bûyerê daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin