UEFA | Tîmên herî bas ên Lîga Sampiyonan eskere bûn
PeyamaKurd – Tîmên herî baş û serketî yên Lîga Şampiyonan a UEFAyê hatin eşkerekirin.
Li gor lîsteya tîmên serkeftî, bi 561 pûanan tîma futbolê Real Madrid bû tîma yekemîn.
Bayern Munih a Almanyayê bi 461 pûanan kete rêza diduyan û tîma Barcelona ya Îspanyayê jî bi 427 pûanan bû sêyemîn.
Herwiha tîma Manchester United ket rêza çaremîn û di rêza pêncan de jî Juventus bû yek ji tîma herî serkeftî ya Lîga Şampiyonan.
Tîma Ajax di lîsteyê de xwe gihand rêza 10an, Mîlan bû 6emîn, Benfica 7emîn, Porto 8emîn, Liverpool jî di rêza 9emîn a lîsteyê de cihê xwe standin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin