Ukrayna: Cîhan deyndarê ewlehiya Ukraynayê ye
PeyamaKurd-Ji Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê hat ragihandin ku deriyê NATOyê li wan nehatiye vekirin û li ser vê yekê jî bang li welatên cîhanê hat kirin ku di derbarê saxlemiya ewlehiya Ukraynayê de biryaran bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dimitro Kubela, ji hesabê xwe yê medyaya civakî got ku ‘Ukrayna ji bo aştiya cîhanê dest ji çekên nukleerî berda. Me li deriyê NATOyê xist, lê derî qet venebû. Valahiya ewlehiyê, rê li ber şerê Rûsyayê vekir. Cîhan deyndarê ewlehiya Ukraynayê ye û em dixwazin bizanibin bê ka kîjan dewlet ji bo saxlemiya ewlehiya Ukraynayê amade ye ku biryaran bide.’
Li aliyê din Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky jî êrîşên li hember Kievê şermezar kirin û got, “Em nikarin bifikirin ku şer bi dawî bûye, em hîn jî neçar in şer bikin û van dagirkeran ji welêt biqewirînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin