NY: Heger pêsî li benderên Ukraynayê venebe, dê li cîhanê xelayî rabe
PeyamaKurd-Ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî bang li Vladimîr Pûtîn hat kirin ku rê li ber bendavên Ukraynayê yên ji bo hinardeya genimî veke. Di bangewaziya hat kirin de hat eşkerekirin ku heger rê neyê dayîn, dibe ku li cîhanê xelayî rabe.
Dîrektorê Bernameya Xurekên Cîhanê yê Neteweyên Yekbûyî (WFP) David Beasley, bang li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir. Dîrektorê WFPê da zanîn ku hinardenekirina genimê ku li bendavên Ukraynayê hatiye tomarkirin, şerekî li hember ewlehiya xurekên cîhanê ye û heger ev bendav neyên vekirin û hinarde neyê kirin, dibe ku xelayî û koçberiya girseyî ya ji neçarî çêbibe. Beasley di banga xwe de got, “Serok Pûtîn, ez bang li te dikim! Heger dilekî di singê te de hebe, ji kerema xwe re van bendavan veke.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî ragihand ku asta birçîbûna kûreyî, ber bi rekorê ve diçe û bi awayekî metirsîdar, bêewlehiya li hember xurekan peyda bûye. Hat ragihandin ku di nav 2 salên dawîn de hejmara kesên ku bi bêewlehiya xurekan re rû bi rû mane, ji 135 milyonan, gihîştiye 276 milyonan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin