Îro 3 kestiyên din ên zad ji benderên Ukraynayê bi rê ketin
PeyamaKurd – Îro 29ê Tebaxê 3 keştiyên din ên zad ji benderên Ukraynayê ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser veguhestina zadê Ukraynayê ji bo bazarên cîhanê daxuyaniyek belav kir û got, veguhestina zadê Ukraynayê weke hatiye plankirin tê cîbicîkirin û îro 29ê Tebaxê 3 keştiyên din ên dexl û dan ji peravên Ukraynayê ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketine.
Li gor zanyariyan, piştî ku şandeke ji nûnerên Tirkiyê, Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî, di keştiyan de pişkînînê bikin, wê rê bê dayîn ku ji Tengava Stenbolê derbas bibin û biçin bazarên cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin