4 kestiyên din ên zadê Ukraynayê bi rê ketin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya peymana Stenbolê ya hinardeya zadê Ukraynayê de, 4 keştiyên din ên zad li wan barkirî jî benderên Ukraynayê derketin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê du keştî ji bendera Çernomorskê yên din jî ji benderên Odessa û Yuznî yên Ukraynayê ber bi Stenbolê ve bi rê ketine û wê piştî pişkinînan rêya xwe bidomînin.
Herwiha hat ragihandin ku pişkinînên 5 keştiyên din jî li navenda Stenbolê hatine kirin ku heta niha zêdetirî 20 keştiyên zad ji destpêka şerê Ukrayna-Rûsya ve ji benderan derketine.
Piştî şerê Ukrayna-Rûsya li cîhanê krîza zad û genim derketibû û bi navbeynkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî ligel şandên rûs û ukraynî peymana veguhestina zad hatibû îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin