4 kestiyên din ên zad ji benderên Ukraynayê derketin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 7ê Tebaxê 4 keştiyên din ên zad ji bo bigihîn Stenbolê û ji wir jî derbasî bazarên Cîhanê bibin, ji benderên Ukraynayê derketin.
Hat ragihandin ku keştiyek ji bendera Odesayê û 3 keştî ji bendera Çernomorskê bi rê dikevin û keştiyeke vala jî ji bo veguhestina bar digihîje benderên Ukraynayê.
Şerê Ukrayna-Rûsyayê bûye sedema krîza zad li dinyayê û ji bo vekirina korîdora veguhestina zadên Ukraynayê ku zêdetirî 40 milyon ton asê mabû, li Stenbolê bi beşdariya heyetên Ukrayna, Rûsya û bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê rêkeftinek hatibû îmzekirin.
Di çarçoveya rêkefti 22yê Tîrmehê hatibû îmzekirin de, li Stenbolê kordînasyon û kontrolê hatiye vekirin û keştîyên barkirî yên ji Ukraynayê tên piştî lêkolînan, li ser rêgeha xwe dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin