6 kestiyên din ên zad, ji Ukraynayê bi rê ketin
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku 6 keştiyên din ên zad, ji Ukraynayê bi rê ketine û ber bi Tirkiyeyê ve tên. Li gorî daxuyaniya wezaretê, veguhestina ku bi rêya peymanê çêdibe, bê pirsgirêk dewam dike.
Rayedarên Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê, bi rêya hesabê medyaya civakî agahî da û ragihand ku vê sibehê, ji benderên Ukraynayê 6 keştiyên din ên bi genim barkirî ne, ber bi Tirkiyeye ve tên.
Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve hatibû dayîn de jî hatibû diyarkirin ku di peymana hatiye destnîşankirin de bi giştî li ser 1 milyon û 43 hezar û 268 ton zad hatiye lihevkirin.
Li gorî daxuyaniyê, bi rêya peymana ku di bin çavdêriya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres de; 22yê Tirmehê hatibû destnîşankirin, veguhestina zad û xurekên din ên Ukraynayê, li gorî plansaziya ku hatibû kirin, bê pirsgirêk dimeşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin