Li Ukraynayê, hegera banga seferberiyê ket rojevê

27 October 2022 15:00 0 dîtin
Li Ukraynayê, hegera banga seferberiyê ket rojevê

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina hin sazî û dezgehên Ukraynayê, heger heye ku banga seferberiya giştî bê kirin. Ha diyarkirin ku heger ev bang bê kirin, dê hemû zilamên di bin 60 saliya xwe de tevlî vê seferberiyê bibin.

Li gorî Fermandarê Navenda Piştgiriya Leşkergeriyê û Civakî yê Kievê Serheng Yuri Maksimov, ji bo çapemeniya herêmî ragihand ku piştî Rusyayê 300 hezar leşker seferber kirine, wan jî dest bi planeke seferberiyê kiriye.

Maksimov li ser hûrgiliyên palansaziya ji bo seferberiyê diyar kir ku dema ku ev palnsazî pêk bê, ew ê ji bo zilamên ku di bin 60 saliya xwe de ne, xebat bên destpêkirin lewra pêdiviya artêşê bi zêdetir mirovan heye.

Fermandar Maksimov ragihand ku ew kesên ji seferberiyê birevin, dê heta 5 salan bi sizayê girtîgehê bên sizadan.

Di daxuyaniyên berê yên Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy de jî hatibû diyarkirin ku artêşa Ukraynayê, rojane di navbera 60 û 100 leşkeran de wendahî dide.

Li ser vê yekê tê payîn ku ji bo cihên van leşkerên ku tên kuştin bên dagirtin, hegera ku vê planê bê cîbicîkirin, zêde dibe.