Demîrtas, banga seferberiyê kir
PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahadîn Demîrtaş, li ser gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê, banga seferberiyê kir.
Selahadîn Demîrtaş ê ku di her derfetê de ji bo hilbijartinan banga piştgiriyê dikir, ji bo gera duyem a hilbijartinê ku dê Serokomar were destnîşankirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, axaftina xwe ya hefteyek beriya hilbijartinên 1ê Mijdara 2015an parve kir.
Selahadîn Demîrtaş di peyama xwe de ji bo gera duyem a hilbijartina Serokomariyê banga xebatek berfireh û seferberiyê dike.
Demirtaş di vê peyama xwe de dibêje ku “Daxwaza min ji her kesên ku dengên me dibihîze, her deverên ku dengê min digihîjê, derî bi derî bigerin.
Nebêjin dengek çi diguherîne. Divê hemû kes hefteya bê bi rihê seferberiyê, mal bi mal bigerin û xebatên hilbijartinê berfireh bikin. Hefteya pêşiya me dê her tiştî diyar bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin