Sererkanê Artêsê banga seferberiyê kir
PeyamaKurd – Şer û pevçûnên li welatê Sûdanê yên di navbera hêzên artêşê û hêzên piştevaniya lezgîn de, berdewam dikin.
Sererkanê Artêşa Sûdanê û Serokê Konseya Serweriyê Abdulfettah el-Burhan, îro 4ê Tîrmehê ferman da fermandarên artêşê ku li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) seferberiyê ragihînin û ji bo şer xwebexşên sivîl werbigirin artêşê.
Piştî vê banga seferberiyê li ser rûpelên Facebookê ji herêma eş-Şacara ya başûrê Xertûmê ciwanan wêneyên ku dê beşdarî artêşê bibin belav kirin û gotin, ew bersiva banga seferberiyê didin.
Sererkanê Sûdanê Abdulfettah el-Burhan, ji bo şerê HPLê ji fermandaran daxwaz kiriye ku xwebexşên sivîl werbigirin û perwerdeya leşkerî bidin wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin