Trump sererkanê artêsê ji kar avêt û kesekî din diyar kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, Sererkanê Artêşa Amerîkayê Orgeneral Charles Brown ji kar avêt û li şûna wî ji Hêzên Bejahî yên Amerîkî korgeneralê xanenişîn Dan Caine wekî namzed diyar kir.
Trump li ser medya civakî Truth Socialê, spasiya Brown kir ku zêdetirî 40 salan xizmeta artêşa Amerîkayê kiriye û dawîbûna erka wî eşkere kir. Herwiha Trump, ragihand ku wî Dan Caine jî wekî namzedê sererkaniyê destnîşan kiriye.
Serokê Amerîkayê, ji bo Dan Caine got: "General Caine pîlotekî kêrhatî, pisporê ewlekariyê û xwedî ezmûneke serkeftî ya girîng e di karûbarên saziyan û operasyonên taybet de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin