Li ber dadgeha ku Trump dihat darizandin, kesekî xwe sewitand

19 April 2024 21:56 0 dîtin
Li ber dadgeha ku Trump dihat darizandin, kesekî xwe sewitand

PeyamaKurd – Li New Yorkê kesekî li ber dadgeha ku serokê berê yê Amerîkayê Trump dihat darizandin, bi sedemeka ku nehat zanîn agir bi bedena xwe xist û xwe şewitand. Di dema şewitandinê de kamera li ber dadgehê amade bûn û dîmenên şewitandinê ketin ber kamerayan.

Polîsên li ber dadgehê bi tupên vemirandina agir mudaxele bi wî mirovî kirin û agir vemirandin.

Li ser rewşa tenduristiya mirovê xwe şewitand û nasnama wî ti agahî nehat dayîn.