Kiliçdaroglu: Em girîngiyê didin banga Demîrtas

26 July 2022 11:28 0 dîtin
Kiliçdaroglu: Em girîngiyê didin banga Demîrtas

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser banga hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ya ji bo bêdengkirina çekan ji aliyê PKKê ve axivî û got, em girîngiyê didin vê banga Demîrtaş.

Kemal Kiliçdaroglu ji malpera T24 re axivî û li ser banga Demîrtaş diyar kir, ew girîngiyê didin vê banga Demîrtaş.

Herwiha Serokê CHPê eşkere kir, ev pêngav pir girîng e ku HDP ber bi partiyeke Tirkiyebûnê ve diçe. Divê ev berdewam bike. Divê ev yek ji aliyê organên din ên partiyê ve jî bê gotin.

Herî dawî Kiliçdaroglu banga azadkirina Demîrtaş kir û got, ew bi neheqî hatiye girtin, girtiyekî siyasî ye û divê bilez bê azadkirin û got: “Di vê navberê de ne tenê ew, divê birêz Osman Kavala jî di zûtirîn dem de bê berdan. Divê biryarên darazê yên derbarê berdana wan de bên bicihanîn.”