Rûsya: Me pêsî li êrîsên Ukraynayê girt!

05 January 2024 11:13 0 dîtin
Rûsya: Me pêsî li êrîsên Ukraynayê girt!

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan pêşiya êrîşên Ukraynayê yên li bakurê rojavayê Deryaya Reş û herêma Lipetskê girtin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku hewldana "êrîşa terorê" ya Ukraynayê ya bi pergala moşekên S-200î ya li dijî hedefên li ser axa Rûsyayê hat astengkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê li herêma Lipetskê moşeka Ukraynayê îmha kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî saeta Moskowayê saet derdora 20.40an de êrîşeke din a Ukraynayê ya li ser xaka Rûsyayê hat astengkirin û sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê li bakurê rojavayê Behra Reş balafireke hewayî ya bêmirov a ji cureya Ûkraynayê xist xwarê.