Ukrayna: Di encama ketina moseka Rûsyayê li apartmanekê li Lviv de 4 kes mirin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê Igor Klimenko ragihand, di encama ketina moşeka Rûsyayê li apartmanekê li bajarê Lviv 4 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Klîmenko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, artêşa Rûsyayê duh bi şev êrîşek li dijî sivîlan pêk aniye.
Klimenko bal kişand ku moşeka Rûsyayê li apartmanek li bajarê Lviv ketiye û da zanîn, qatên 3 û 4 ê apartmanê zirar dîtine.
Klîmenko bal kişand ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li cihê bûyerê dewam dikin û got, "Ji saet 07:00 danê sibê ve 4 kes mirin, 9 kes birîndar bûn, 7 kes hatin xilaskirin, 64 kes jî hatin tehliyekirin."
Wezîr Klimenko diyar kir, agahî hene ku mirov di bin xirbeyan de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin