Ûkrayna li bajarê Rûsyayê li Belgorodê xist: 14 kustî û 108 birîndar hene
PeyamaKurd – Ûkrayna li bajarê ser sînor yê Rûsyayê bi roketan li bajarê Belgorodê xist û di encamê de 14 kes mirin û 108 kes birîndar bûn. Di nav kuştiyan de yek ji wan zarok e.
Piştî êrîşê tîmên lezgîn yên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê û bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên nêz.
Ûkrayna vê êrîşê weka bersivekî ku Rûsya êrîşê ser bajarên Ûkraynayê dike da. Di nav bajêr de avhiyekî û alavên komkî yên rêwiyan zerarê dîtine. Îtfaiye dixebite da agirê bi avahiyê û alavan ketiye vemirîne.
Hêzên asayîşa Rûsyayê xelkê hişyar dikin da ji malên xwe dernên an bikevin sitargehên bin avahiyan. Piştî êrîşê, berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand ku ji wezareta bergiriyê rapora bûyerê gihaye wan, raporê gihandine Putin û hinek wezîran şandine bajarê Belgorodê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin