Ûkrayna: Rûsya 60 hezar leskerên bi pere amade dike

05 April 2022 00:48 0 dîtin
Ûkrayna: Rûsya 60 hezar leskerên bi pere amade dike

PeyamaKurd – Serokerkaniya Ûkraynayê ragihand ku Rûsya amadekariyê dike da 60 hezar leşkerên bi pere bişîne Ûkraynayê. Serokerkaniya Ûkraynayê mijarê bi nivîskî weha ragihand:

"Li herêmên Donetsk û Luganskê 7 êrîşên Rûsyayê hatin têkbirin. 2 alavên zirxî, 43 otomobîl, 3 balafirên şer, helîkopterekî û 2 fuzeyên seyrê hatin îmhakirin. Hem li Rûsyayê seferbegligekî bi dizî hatiye ragihandin û Rûsya plan dike ku 60 hezar leşkerên bi pere bistîne û wan amade bike.

Wê leşker ji herêmên Krasnador, Komara Otonom ya Daxistanê, Inguşetya û Kalmıkyayê bên bijartin.”