Rûsya: 200 leskerên bi pere yên Xirwatistanê sandine Ûkraynayê

04 March 2022 02:20 0 dîtin
Rûsya: 200 leskerên bi pere yên Xirwatistanê sandine Ûkraynayê

PeyamaKurd – Berdevkê wezaret bergiriyê ya Rûsyayê  İgor Konaşenkov, ragihand ku 200 leşkerên bi pere dixebitin yên ji Xirwatistanê şandine Ûkraynayê û Amerîka jî di amadekariya heman karî de ye.

İgor Konaşenkov ragihand ku artêşa Rûsyayê li Donetskê û Lûhanskê yekîneyên van herêman kontrola hinek rê û bajaran xistine destên xwe û artêşa Rûsyayê li hinek deveran pêşde diçe. Berdevk îdîa kir ku Rojavayî leşkerên bi pere şandine Ûkraynayê û weha got:

“Leşkerên biyanî yên bi pere ku hatine Ûkraynayê êrîş dibin ser ekipman û konwoyên alavan yên Rûsyayê û hem ji balafiran re sabotaj dikin û êrîş dibin ser wan. Temamê êrîşên leşkerên bi pere yên biyanî, bi xêra çekên ku Rojavayî dane Ûkraynayê pêktên.”

Konaşenkov got ku leşker bi awayeka ciddî perwerdekirîne, dikarin sîstema Javelin û Stingeran bikarbînin û Amerîka jî dest bi xebatê kiriye ku leşkerên bi pere bişîne Ûkraynayê. Welatên Rojava jî di heman mijarê de xebatê dikin û Îngîltere, Danîmarka, Letonya, Polonya û Xivatîstan bi qanûnî îznê dan ku hemwelatiyên wan tevlî xebatên leşkerî yên Ûkraynayê bibin. Konaşenkov ragihand ku ji Xirwatistanê 200 leşker çûne Ûkraynayê û weha dewam kir:

“Hefteya borî tenê ji Xirwatistanê 200 leşkerên bi pere di ser Polonya de hatin û çûn tevlî tabûrekî netewaperest ya Ûkraynayê bûn. Îro Moskova bangî ataşeyê parastinê yê Xirwatistanê kirin da here wezareta bergiriyê ya Rûsyayê. Kesên şervanên biyanî li Ûkraynayêne, şervanin, ne leşkerin û eger em wan bigrin em ê wan ceza bikin. Ji ber statuya wan ne ya leşkeraye. Bila herkes li gor wê bifikire.”