YA yê dorpêçan danî ser Sûriyeyiyên ji Rûsya re leskerên bi pere disîne
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê biryara dorpêçê danî ser 10 kes û 2 şîrketên Sûriyê ku ji bo şerê Rûsya-Ûkraynayê ji Rûsya re leşkerên bi pere peyda dike û dişîne. Biryar di rojnama fermî ya Yekîtiya Awrûpa de derket. Di biryarê de hat ragihandin ku 10 kes û 2 şîrketên taybet, bi leşkerên bi pere yên ji Sûriyê û Fîlîstînê re peyman girêdidin û wan dişînin Rûsyayê.
Li gor biryarê; ketina wan kes û rêvebirên şîrketan ya nav welatên YA yê hatiye qedexekirin û dest datînin ser heyiyên wan. Di nav kesan de xwediyê şîrketa hewayî ya bi navê “Cham Wing” û xwediyê wê ku di heman wextî de dostê Beşer Esed e, yê bi navê Issam Shammout di nav wan de ye.
Albayê bi navê Salih El-Abdullah ku di nav artêşa Sûriyê de ye û ji Rûsya re ji bo li Ûkraynayê şer bikin leşkeran perwerde dike, wî jî xistine nav lîstê.
Fermandarê Sûriyeyî yê bi navê Muhammed El-Salti ku di Artêşa Rizgariya Fîlîstînê de fermandare, li ser navê Rûsyayê leşkerên bi pere yên ji Sûriyê û Fîlîstînê perwede dike û dide hev, YA yê wî xistine nav lîstê.
YA yê şîrketa Sûriyê ya ewlehî û parastinê ya El-Sayyadê û şîrketa Sanadê xistiye nav lîstê. Her dû şîrket bi şîrketa Rûsya ya Wagner re û bi rêvebirên wê re di nav têkiliyan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin