Ukraynayê Krusk dagir kiribû: Rûsyayê li wir hilbijartin kir

09 September 2024 17:58 0 dîtin
Ukraynayê Krusk dagir kiribû: Rûsyayê li wir hilbijartin kir

PeyamaKurd – Li Herêma Krusk a Rûsyayê ku beşek mezin jê ketiye bin kontrola artêşa Ukraynayê, hilbijartinên şaredariyan hatin kirin.

Kremlînî tevî êrîşa Ûkraynayê yên li herêma Kurskê jî hilbijartinên şaredariyan taloq nekir û hilbijartin hatin kirin.

Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê ragihandiye ku hilbijartin li ser daxwaza niştecihên herêmê hatiye kirin û nehatiye paşxistin.

Navendên dengdanê roja Yekşemê li 83 herêmên Rûsyayê hatin vekirin, di nav de herêma Kursk a di bin kontrola Ukraynayê de jî hebû.

Seroka Lijneya Hilbijartinê ya Navendî Ella Pamfilova ragihandiye, hilbijartina li Kurskê li ser “daxwaza xelkê herêmê” nehat paşxistin û da zanîn, beşdariyeke guncav li hilbijartinê hatiye kirin.