Ukraynayê li Qirimê li baregeheke mezin a Rûsî xist: Rewsa awarte hat ragihandin...
PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê li baregeha leşkerî ya Rûsyayê ku li Qirimê ji sala 2014an ve hatiye avakirin xist.
Li gorî zanyarî û dîmenên hatine belavkirin, artêşa Ukraynayê ji sala 2014an ango piştî 8 salan cara duyem e baregeha Rûsyayê ya Qirimê bi moşekan bombe dike.
Çavkanî radigihînin ku piştî ketina moşekan baregeha hêzên Asmanî ya Rûsyayê (Baregeha Nitka ya Perwerdê) ku li bajarê Novofodorovka yê Qirimê ye, dûxan bilind bûye û gelek tîmên hawarçûnê ber bi cihê bûyerî ketine rê.
Heta niha nehatiye zanîn bê di encama êrîşê de çiqas ziyan gihîştiye hêzên rûsî.
Li aliyê din rêveberiya Qirimê ya Rûsî jî piştî teqînê ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin