UNICEFê kustina zarokan di protestoyên Îranê de sermezar kir
PeyamaKurd - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya parastina zarokan (UNICEF)ê, bi daxuyaniyekê kuştina zarokan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve şermezar kir.
UNICEFê da zanîn ku Îran wek yek ji endamê Konvansyona Mafê Zarokan, divê mafên zarokan ên jiyanê û azadiya çalakiyên aştiyane li ber çavan bigire û tundiyê li dijî wan bikar neyîne û li ser êrîşkirina ser xwendingehan gotiye, divê xwendegeh her tim cihê ewle bin ji bo zarokan.
UNCEFê daxwaz kir ku Îran neçar e bi berçavgirtina peymanên navnetewî yên mafên zarokan re, destwerdana xerab a dijî wan bilez rawestîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî amarên dawî yên hatine belavkirin heta niha di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, zêdetirî 450 kes bi hedefkirina rasterast a hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û ji wan jî zêdetirî 60 kesên kuştî zarokên bin temenê 18 saliyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin