Vekisîna Biden li DYA û cîhanê erênî deng veda

22 July 2024 15:26 0 dîtin
Vekisîna Biden li DYA û cîhanê erênî deng veda

PeyamaKurd - Piştî biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya vekişîna ji namzediya hilbijartinên serokatiyê, ev mijar bû berbelavtirîn mijara rojeva DYA û cîhanê.

Biryara Biden, di rojeva DYA û cîhanê de jî bi erênî hate pêşwazîkirin.

Kanada

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau diyar kir ku Biden ji ber hezkirina xwe ya ji bo welatê xwe her tiştê ku dikare bike kiriye û got: “Weke Serok ew hevalbend û dostekî rast ê Kanadayiyan e. Spas ji Serok Biden û First Ladyyê re,".

Almanya

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku Biden ji bo welatê xwe, Ewropa û cîhanê gelek destkeftî bi dest xistine û got: “Bi saya wî hevkariya transatlantîk bihêztir bûye û DYA ji bo me bûye hevkarê herî baş û pêbawer. Biryara wî ya ku careke din nebe namzed hêjayî rêzgirtinê ye."

Brîtanya

Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer jî tekez kir ku ew rêzê li biryara Biden digirin û got: “Ez li bendê me ku heta dawiya serokatiya wî em bi hev re kar bikin. Ez dizanim ku Serok Biden, wekî ku wî di dirêjahiya kariyera xwe ya berbiçav de kiriye, biryara xwe li ser bingeha tiştê ku wî bawer dikir di berjewendiya gelê DYAyê de ye da."

Spanya

Serokê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku ew biryara wêrek û bi rûmet ya Biden bi xweşî dinirxînin û pêşqazî dikin.

Îrlanda

Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî ji bo rêberî û dostaniya wî ya cîhanî spasiya Biden kir û got: "Joe Biden, di hem û qadên ku ew diketî de dengek bi hêvî û xebatkarek dilxwaz bû."


Rojeva DYAyê jî dagirt

Barack Obama: Serokê berê yê DYAyê Barack Obama di daxuyaniya xwe ya di derbarê vekişîna Biden de got: “Ez dizanim ku Joe, tu carî ji şer paşde nekişiya ye. Nêrîna li qada siyasî û biryara derbazkirina meşalaya berendamek nû, bê guman yek ji biryarên herî dijwar ên jiyana wî ye. Lê belê Joe vê wêrekiyê nîşan da." 

John Kerry: Wezîrê Derve yê berê yê DYAyê John Kerry diyar kir ku Biden ji bo serokatiya xwe ya awarte şayanî spasiya her Amerîkîyek hêja ye. 

Nancy Pelosi:  Endama Encumena Nûneran Nancy Pelosi jî diyar kir ku nêrîn, nirx û mîrasa rêberiya Biden wî dike yek ji gringtirîn serokên dîroka DYAyê. 

Bill û Hillary Clinton: Serokê berê yê DYAyê Bill Clinton û Wezîra Derve ya berê ya DYAyê Hillary Clinton di daxuyaniya xwe ya hevbeş a nivîskî de peyama piştevaniya Biden dan û gotin: "Em bi şeref in ku bi Serokê DYAyê Joe Biden re piştgirî didin Cîgira Serok Kamala Harris û em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin wê."